HSDê 3 navçe li Reqayê kontrol kirin
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 3 navçe li taxa Hîşam Bin Ebdilmelik a bajarê Reqayê kontrol kirin.
HSD ragihand, şeva borî hêzên wan karîn her sê navçeyên Bistan, Geracat û Mizgefta Muna li taxa Hîşam Bin Ebdilmelik kontrol bikin, ku rûbera wan biqasî 2 K.M çargoşe ye. Ta niha jî 4 navçe ji wê taxê mane ku bi temamî ew tax bê kontrolkirin.
HSD diyar kir jî, di şerê kontrolkirina wan her sê navçeyan de 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
HSD aşkere kir jî, çekdarên DAIŞê yên li taxa Rewdayê ya li bakurê rojhilatê Reqayê bi 2 otombîlên bombebarkirî êrîşî hêzên wan kirin û di encamê d 2 şervanên HSDê birîndar bûn.
Duh jî Rewangehê aşkere kiribû, Hêzên HSDê yên ji her du aliyên rojava û rojhilat ve êrîş dikin, li beşê başûrê Reqayê gihêştine hev, ku bi vê yekê HSDê karî beşê başûr bi temamî kontrol bike û navenda bajêr ve nêzîk bike.