Hevdîtina malbatê digel Ocalan carek din hate redkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxwaza hevdîtinê ya digel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî careke din hate redkirin.

Malbata Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê Serdozgerî li gor yasaya Ceza û Ewlekariyê bi hinceta ko girtiyên Îmraliyê hatine sînordarkirin daxwaza malbata wan red kir.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 18 sal in li Girtîgeha Îmraliyê zindanî ye. Piştî şikestina pêvajoya aşitiyê hevdîtinên wî yên digel malbata wî jî hatin astengkirin. Malbata Ocalanî herî dawî di 11ê Îlona 2016an de digel wî hevdîtin pêk anîbû.

 

 

Fly Erbil Advertisment