Demirtaş: “Erdogan û Bahçeli ne Tirkiye ne”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê zindanîkirî, ji girtîgehê nameyek piştgiriyê ji Nobeta Wijdan û Mafnasiyê ya HDP li Stendbolê re rêkir û nivîsand: “Kom a Erdogan û Bahçelî ne Tirkiye ye. Li Tirkiye em hene. Ew ên ku dixwazin me tune bikin, em wan bi şermezariya wan, bi tenêbûnê wan re bihêlin, wekî Tirkiye em dest bidin hevûdu, em pêşeroja xwe bidest bixin”.

Di berdewamiya nameya xwe de Demirtaş diyarkir: “Tiştê ku li Tirkiye me bi hevûdu re bigire, ne Tirkîtî yan jî Kurdîtiya me ye. Ne alewîbûn an sunnîbûn a me ye. Ne rast û ne çep in. Tenê wekhevî, mafnasî, azadî û aştî û demokrasiya qayim dikare me li gel hevûdu bigre”.