HDP: Bi hevkarî û yekgirtinê dikarin pêşiya desthilatê bigirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Giştî ya HDPê Serpîl Kemalbay dibêje, Tirkiye piştî hewldana derbeya leşkerî, bi pêvajoya derbeya sivîl di rewşeke dijwar re derbas dibe û ew dikarin bi hevkarî û yekgirtinê pêşiya desthilatê bigrin.
Serpîl Kemalbay tevî hin rayedarên HDP, serdana rêveberiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) kirin.
Kemalbay di serdanê de got, di nav du salên dawî de, desthilatiya Tirkiyê zordestiya xwe zêde kiriye. Piştî hewldana derbeyê ku guman lê heye, rewşa awarte hat ragehandin û bi biryarnameyan jî bandoreke mezin li civakê hatiye kirin.
Da zanîn heta niha 150 hezar fermanber ji kar hatine dûrxistin û bi mirina sivîl re rûbirû hatine hiştin. Sazî û sendîkayên ku xwe hember desthilatê natewînin, bi awayek giran tên cezakirin.
Kemalbay got, ew wek eniya demokrasî, dikarin ev rewşa xerap bi yekîtî û hevkarî têk bibin û faşîzmê rawestînin.