Parlementerên Almanî dê bikaribin seredana bîngeha Konya bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye destûr da Parlementerên Almanyayê ko serdana leşkerên xwe yên li bingeha Konyayê bikin.
Televîzyona ARD a Almanî ragihand, li ser vexwendina NATOyê, Şandeya Parlementerên Almanyayê dê bikaribin di 8ê Îlonê de serdana Bingeha Konyayê bikin. Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von der Leyen jî, li ser biryara hikûmeta Tirkiyeyê keyfxweşiya xwe anî ziman û got çareseriyek baş e ko serdana parlemnterên Almanyayê di bin sîwana NATOyê de pêk tê.
Berî niha Tirkiye rê nedabû Parlementerên Almanyayê serdana bingeha Încîrlikê bikin û ev krîz bû bû sedema vekişandina leşkerên Almanyayê ji bingeha Încîrlikê.