HSD: Li Reqayê 95 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama şer û pevçûnên şeva borî yên HSDê li tevahya eniyên şer li Reqayê de, ta niha 95 çekdarên DAIŞê hatine kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ji şeva bûrî û ta niha di di encama şerekî giran di navbera hêzên HSDê û çekdarên DAIŞê de li taxa Rewda, Menêwra, Reşîd û Berîd yên li bakurê rojavayê bajarê Reqayê de 95 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek ji otombîlên wan jî hate jinavbirin.
Li gor HSD, ta niha şer li tevahiya eniyan di navbera herdu aliyan de berdewam e.
Ev yek di demekê de ye ku HSDê berî çend rojan ragehandibû, hêzên wan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî karî ta niha bêtir 50 ji sedî ji wî bajarî bixe bin kontrola xwe.