Serfermandarê Îranê li Tirkiye ye, di rojevê de referendûm jî heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serfermandarê leşkerî yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Bakirî, liser vexwendina Serfermandarê leşkerî yî Tirkiye Hulusi Akar bi delegasyonek bilind a serbazî seredana Enqere kir. Civîna her du aliyan li avahiya serfermandariya Tirk bi rojeva herêmê û taybet jî referendûma serxwebûna Kurdistanê rawesta.
Bakirî hîn berî seredana xwe diyarkiribû ku, têkoşîna dijî terorê, rûdanên herêmê, di rewşa berevaniya her du welatan de pirsa hevkariyê û hevkariya sînorî jî dê di rojeva wan de bin.
Tê çaverîkirin Serfermandarê Komara Islamî ji alî Serokomar Erdogan jî were qebulkirin.