Roj Nûrî Şaweys: Me tekezî li yekperçeya Iraqê nekir

Serokê şanda Encûmena Bilind a Referandûmê bo Bexdayê Dr. Roj Nûrî Şaweys piştî civînên wê şandê ligel aliyên Iraqî û welatên Amerîka, Îran û Tirkiyê ragihand, balyozxaneyên welatên biyan xweşhal bûn bi serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û bi gaveke baş binav kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şanda Encûmena Bilind a Referandûmê bo Bexdayê Dr. Roj Nûrî Şaweys piştî civînên wê şandê ligel aliyên Iraqî û welatên Amerîka, Îran û Tirkiyê ragihand, balyozxaneyên welatên biyan xweşhal bûn bi serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û bi gaveke baş binav kirin

Dr. Roj Nûrî Şaweys di konferanseke rojnamevanî de derbarê encamên civîna ligel aliyên Iraqî de got, di nêrîna wan de ew bû, pirsgirêkên di navebera Bexda û Herêma Kurdistanê de bi guftûgo bêne çareserkirin û bi nêrîna wan zêdetir ew pirsgirêk di çarçova Iraqeke yekperçe de bêne çareserkirin.

Got jî, nêrîna me jî ew bû, piştî ezmûna me bi hev re û piştî hewla me bo pêkanîna Iraqeke nû û hevbeşiyeke rastî, ev rastî derket meydanê, ji destpêkê ve û roj bi roj Iraq berve arasteyeke xirabtir diçe, ew jî bû sedema pirbûna pirsgirêkan û bêbaweriyeke mezin ji aliyê gelê Kurdistanê û piraniya partiya Kurdistanê çê bû. Bawerî bi sozên Bexdayê nemaye, ji ber wê jî pêwîst e çareseriyek ji binî ve bê dîtin, me jî ew çareserî di çarçova rêferandûmê de dît.

Dr. Roj Nûrî Şaweys amaje bi wê kir, balyozxaneyên welatên biyan xweşhal bûn bi serdana şanda Herêma Kurdistanê û bi gaveke baş binav kirin, bo dirustkirina baweriyê û riyeke rast e bo gihêştina bi çareseriyekê. Her sê balyozxaneyan tekezî li ser wê kirin, divê ew guftûgo bi aramî û giyana birayetiyê be û ew piştevaniya guftûgoyan dikin û çi pêwîst be ew amade ne piştgîriyê li vê proseyê bikin.

Got jî, me tekezî li ser yekperçeya Iraqê nekir û di heman demê de jî me negot Iraq bibe du perçe. Em di çarçova Iraqa nû de gihêştine wê baweriyê ku pirsgirêkên me zêde bûne û çareser nabin, ji ber wê referandûmê dikin.

Serokê şanda Herêma Kurdistanê got jî, em razî nabin referandûmê bipaş bixin û birêvebirina referandûm di dema xwe bi pêwîstî dizanin, ew biryar ne tenê girêdayî Encûmena Bilind a Referandûmê bo Bexdayê Bilind û şanda Danûstandkar, ew biryar e gelê Kurdistanê ye û beşeke mezin ji gelê Kurdistanê pê xweş e referandûm di dema xwe de bê kirin.   

Fly Erbil Advertisment