Bi kurdî axaft, FoxTv tirkî dengê wî birî
K24 – Navenda Nûçeyan
Di bernameya “Kaybolan Çiçekler” (Gulên wendabûyî) ya Fox TV a Tirkî de, hevwelatiyek gava bi kurdî derdê xwe anî ziman, telewizyona dengê wî birî.
Herweha birêvabira bernameyê Inci Ertugrul daxwaz ji hevwelatiyê Kurd kir , “bi tirkî biaxife, ji bo ku her kes tê bigihe”.
Liser van gotinên Ertugrul, beşdarên din ên bernameyê li çepikan xistin û hevwelatiyê bi nave Sidiq destpêkir bi tirkî biaxife. Inci Ertugrul kêfxweş bû û diyarkir: “Binere, tu çi xweş bi tirkî diaxife”.
Lê di medya civatî de bi taybetî Kurdan dilgiraniya xwe ji helwêsta Fox TV anîn ziman, ku nehiştin Kurdek bi zimanê xwe bipeyive.