Barzanî.. Pêşmergeyê Serxwebûnê

Mesûd Mistefa Mihemed Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê û kurê serkirdê dîrokî yê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Mesûd Barzanî roja 16 Tebaxa 1946an li serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê jidayik bû, ku heman roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesûd Mistefa Mihemed Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê û kurê serkirdê dîrokî yê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Mesûd Barzanî roja 16 Tebaxa 1946an li serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê jidayik bû, ku heman roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.

Barzanî kurê malbateke bi navûdeng ê şoreşger û olî ye, sedsalek e bo bidestxistina mafên netewî yên Kurd têkoşîn û xebatê dikin. Di wê derbarê de jî mamê Barzanî Şêx Ebdulselam di sala 1914an de, ji ber daxwaza serxwebûna Kurdistanê û piştî girtina ji aliyê Osmaniyan ve, li Mûsilê hate bidarvekirin.

Temenê Barzanî çend meh bûn, yekem Komara Kurdistanê li Mehabadê hat rûxandin. Mistefa Barzanî wê demê generalekî komarê bû, piştî berxwedaneke zor, ligel 500 hevalên xwe digihin Yekîtiya Sovyêt ya berê. Mesûd Barzanî ji bavê xwe dûr dibe û bi neçarî vedigerin Başûrê Kurdistanê, li kampeke koçberan li Deyana tên bicihkirin. Mamê wî Şêx Ehmed jî tê zîndanîkirin.

Sala 1958an li Iraqê şoreş dibe, Mistefa Barzanî wek qehremanekî netewî  di nava camerê xelkê li bajarên Iraqê vedigere. Wê demê Mesûd Barzanî bi dîtina bavê xwe şad dibe.

Bi têkçûna pêwendiyên serkirdeyên Kurd û Serokê Iraqê yê wê demê Ebdulkerîm Qasim, ku bi hatina xwe re soza dayîna mafê Kurd dabû, di sala 1961an şoreşa Îlonê dest pê kir. Mesûd Barzanî jî di wê salê de çekê Pêşmerge hilgirt û heta niha wek bi xwe çendîn car in tekez dike, navê Pêşmerge ji hemû post û pileyekê bilindtir dizane. Ji wê demê ve jî dibe hevalekî nêzîkî yê bavê xwe û beşdariyeke wî ya bibandor di partî û şoreşê de dibe.

Piştî rêkeftina Cezaîrê û şikestina şoreşa Îlonê li Buhara 1975an, careke din Barzanî û malbata xwe ve koç Rojhilata Kurdistanê dikin, piştre ligel birayê xwe Îdrîs Barzanî û serkirdeyên din ên PDKê, şoreşê dest pê dikin û berdewamiyê didin xebatê.

Piştî nexweşiya Mela Mistefa Barzanî, çend caran ligel bavê xwe û bo wergirtina çareseriya bijîjkî çû Amerîka. Piştî koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî û di meha Mijdara 1979an de di kongreya 9emîn a PDKê de ku li Rojhilatê Kurdistanê lidar ketibû, Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê hat hilbijartin.

Di salên heştan a sedsala borî de, ligel birayê xwe Îdrîs Barzanî gelek hewl dan bo pêkanîna çend bereyan bo rûbirûbûna êrîşên rêjîma Beis li Iraqê, tevî fermandarîkirina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û serperiştîkirina berdewamiya xebatê.

Piştî pêkanîna Bereya Kurdistanê di sala 1988an de, Barzanî dibe serkirdê wê bereyê li nava welat. Her wê serkirdayetiya navxweyî ya Bereya Kurdistanê amadehiya û serperiştiya raperîna Buhara 1991an jî kir. Ji destpêka raperînê ve, Serok Barzanî daxwaza hilbijartin û bi sîstemkirina Başûrê Kurdistanê dikir. Sala 1991an di kombûneke camewerî li bajarê Koyê, daxwaza hilbijartineke azad li Herêma Kurdistanê kir.

Sala 1992an hilbijartina serokatî û parlementoya Kurdistanê bi rê ve çû, Barzanî yek ji berbijêrên hilbijartina Rêberê Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê bû. Herçend e piraniya dengan jî bidest xist, lê piştre hilbijartin bo qonaxa duyem di navbera du berbijêran hat diyarkirin, lê ji ber rewşa wê demê qonaxa duyem bi rê ve neçû. PDKê jî herçend e di hilbijartinan de yekem bû, lê razî bû bi rêjeya pêncî bi pêncî ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hikûmet û parlementoya Kurdistanê pêk bîne.

Piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên di sala 2003an de, roleke sereke ya Mesûd Barzanî di nivîsandina destûra nû ya Iraqê de hebû û hewlên wê serkirdayetiya Kurd kir ku mafê gelê Kurd di destûr de were çespandin. Barzanî yek ji damezrênerê Encûmena Hikûmê Iraqê di Tîrmeha 2003an de bû û di xulekê de sê mehan serokatiya wê encûmenê kir.

Barzanî di Tîrmeha sala 2005an de wek yekemîn Serokê Herêma Kurdstanê ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hat hilbijartin. Di sala 2009an de jî bi dengê 70 ji sedî yê xelkê Kurdistanê careke din bû Serokê Herêma Kurdistanê. Di Hezîrana 2013an de parlementoya Kurdistanê ji ber pêwîstiya rewşê û bi rêkeftina di navbera PDK û YNKê, careke din bi Serokê Herêma Kurdistanê hat diyarkirin.

Barzanî di dema serokatiya Herêma Kurdistanê de girîngî da dîplomasiyetê û ligel piraniya serok û serkirdeyên welatên cîhanê civiya û wek serokekî birêz pêşwazî lê tê kirin. Berdewam jî serok û berpirsên pilebilind ên cîhanê serdana Barzanî dikin û derbarê pirsgirêk û kêşeyên navxweyî yên Iraqê de jî şêwir û guftûgoyê ligel dikin. Berî ketina Mûsilê, çendîn hişyariya serîhildana grûpên tundrew dikir û piştî ketina wî bajarî jî çeperên Pêşmerge tundtir kir.

Ligel hatina DAIŞê û nêzîkbûna ji sînorê parêzgeha Hewlêr, bi hewlên dîplomasî  yên Barzanî Hevpeymaniya Navdewletî di şerê teroristên DAIŞê piştevaniya Herêma Kurdistanê kir û bi bombebarankirina esmanî û alîkariyên leşkerî hevkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Niha Barzanî berdewam e bi rêbertiya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û bi xwe serperiştiya bereyên şer ên pêşî dike û di jêr fermandariya wî ya fermî û rasterast de operasyona rizgarkirina bendava Mûsilê, Rebia, Zumar, Çiyayê Şingalê, Şingal û cihên din bi serkeftî bi rê ve çû. Di heman demê de jî pêwendî û hewlên dîplomasî kirin ji bo cibicîkirina xewna dîrokî ya gelê Kurdistanê, ku Barzanî berdewam tekez dike, Kurdistan niha ji her demekê ji serxwebûnê ve nêzîk bûye.

Di sala 1965an de hevjînî kiriye û bavê pênc kur û sê keçan e. Zimanên Erebî, Farisî û Îngilîzî baş dizane, çendîn nivîsên wî di rojname û kovarên navxweyî û cîhanî de hene û raportek ji çend bergeyan jî ya bi navê (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd) belav kiriye.