Rêkeftina Yekîtiya Gumrikê ya Tirkiye ligel YE di metirsiyê de ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di reportaja xwe ya Youtube de diyarkir ku, ligel Tirkiye di rewşa niha de nikarin rêkeftina Yekîtiya Gumrikê bidomînin.

Merkel bi berferehî liser alozyên pêwendiyan di navbeyna Berlîn û Enqere de rawesta û destnîşankir: “Em tu hewldanên zêde  ji bo pêkanîna rêkeftina yekîtiya gumrikê ya Yekîtiya Ewrûpa ligel Tirkiye nakin”.

Aloziyên pêwendiyên Tirkiye ligel Almanya bi girtina çendîn hevwelatiyên Almanyayê li Tirkiye ketibû rewşek xerabtir de. Herçend di dema dawî de, ji alî Tirkiye ve daxûyaniyên nermtir tên dan jî, diyar e têkiliyên her du welatan hîn jî asayî nebûn e.