Erdogan: Bo parastina yekîtiya ax û netewa Tirk amade ne berdêlan bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, di nav du salên dawî de hezar serbaz û polîsên Tirk di operasyonên nav Tirkiyê de hatine kuştin û ew bo parastina yekîtiya ax û netewa Tirk amade ne berdêlan bidin.

Erdogan li Stenbolê di merasîma polîs û cendermeyan de axivî.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan diyarkir:

"... Di nav du salên dawî de, di operasyonên nava Tirkiyê de 998 serbaz, polîs û parêzvanên me di şerê dijî terorê de hatine kuştin. Di heman demê de 5034 polîs û serbazên me jî birîndar bûne. Heta niha xwîna ti şehîdê me li erdê nema. Em bi biryar in ku koka wan rakin. Mafê ti kesê nîne rûmeta me binpê bike. Mafê kesê nî ne welatê parçe bike. Em ji yek netew, yek ala, yek welat û yek dewletê paşde gav navêjin. Em ti carê qebûl nakin ku milet bê parçekirin û paçikên din tenişt ala me bên hildan."