Goran û Komel daxwaza paşxistina referandûmê dikin
Tevgera Goranê û Komela Îslamî di daxuyaniyeke hevbeş de careke din tekezî li ser paşxistina referandûmê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî bidawîbûna civîna îro ya Tevgera Goranê û Komela Îslamî, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tekezî li ser paşxistina referandûmê kirin û amadehiya xwe bo guftûgoyê derbirîn bo çareserkirina pirsgirêkan.
Di daxuyaniyê de hat: “Her du aliyan tekez kirin li ser hilweşandina biryara paşketina mûçe û çakirina guzariya xelkê, asayîkirina parlementoya Kurdistanê bi awayekê ku karên yasadanînê û çavdêriya xwe bike.”
Herwiha ragihandin, “Referandûm bo demeke guncaw bê paşxistin û di riya parlementoyê re biryar û yasa ji bo wê bê derkirin û hilbijartin di dema xwe ya yasayî de bê kirin.”
Îro Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê li baregeha Komel li bajarê Silêmaniyê civîya bûn û pirsa referandûm û aktîvkirina parlementoyê mijarên sereke yên civînê bûn.