YNKê xwe yekalî dike

YNK dicive û dawî biryara xwe derbarê aktîvkirina parlementoya Kurdistanê de dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive û dawî biryara xwe derbarê aktîvkirina parlementoya Kurdistanê de bide.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, sibe Encûmena Serkirdayetiya YNKê dicive û encamên civînên xwe ligel Tevgera Goranê û Komela Îslamî gotûbêj dike û dawî biryara partiya xwe derbarê aktîvkirina parlementoyê dide.

Îro Polîtburoya YNKê bo guftûgokirina pirsa referandûmê û aktîvkirina parlementoyê civiya, lê heta niha YNKê bi fermî naveroka civîna xwe aşkere nekiriye.

Ev di demekê de ye, duh Serkirdayetiya Hevbeş a YNKê û Tevgera Goranê derbarê aktîvkirina parlementoyê civiya bû, li gor zanyariyan jî bi sedema pêdagiriya Goranê nerihetî di nava civînê de derketibû û YNKê ji helwesta Goranê nîgeran bû.

 

Fly Erbil Advertisment