Naveroka civîna YNK û Komela Îslamî hat aşkerekirin
Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd ragihand:"Sibe civîna PDK û YNKê li gel Komelê tê lidarxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd ragihand:"Sibe civîna PDK û YNKê li gel Komelê tê lidarxistin." ji aliyê xwe ve endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre aşkere kir, "PDK bi heft xalên Yekîtî razî bûye."
Îro her yek ji Yekîtî Niştimanî ya Kurdistanê û Komela Islamî civînek ji bo gotûbêjkirina dawîn pêşhatên encamdana referandûmê û ektîvkirina perlemantoya Kurdistanê lidar xistin.
Ebdulsetar Mecîd diyar kir: "Dê PDK û YNKê ligel Tevgera Goran jî bicivin û hêvî heye, hemû alî bigihêjin çareseriyekê ji bo krîza siyasî û yasayî, ku rê li ber ektîvkirina perlemana Kurdistanê digirin."
Hevdem Seidî Pîre ragihand: "Wek YNKê ji berî sal û nîvekê, me tekezî li ser hevdengî û yekgirtina aliyên siyasî kir û em di wê baweriyê de bûn, ku bê yekîtiya hemû aliyên siyasî serxwebûn nayê bidestxistin."
Pîre diyar kir, "Ektîvkirina perlemana Herêma Kurdistanê giring e ji bo piştevaniya yasayî ji piroseya referandûmê re hebe."
Navhatî zelal kir, "Di civînên destpêka vê mehê de YNKê heft xal li ber destê aliyên siyasî danî û PDKê li ser wan xalan razî bûye û rêkeftin di navbera her du aliyan de çê bû û dema ektîvkirina perlemantoyê hat destnîşankirin."
Heft xalên Yekîtî ev in:
1- Asayîkirin û ektîvkirina perlemantoya Kurdistanê.
2- Ji bo bidestxistina hevsengiyê di navbera mûçeyên fermanberên pile bilind û mûçeyên fermanberên biçûk, pêwîst e derengxistina mûçe bi riya pesendkirina pirojeyasayeke taybet be û gerentiya dayina mûçeyên derengxistî ji bo fermanberan hebe.
3- Dayîa baweriyê bi serok û endamên encûmena sindûqa dahatên petrol û gazê.
4- Rastkirina yasaya hilbijartin û gerentîkirina mafê dengdanê ji bo rûniştvanên navçeyên veqetandî, da ku bikaribin nûnerên xwe yên rastiyane ji bo perlemanê Kurdistanê hilbijêrin.
5- Pesendkirina yasaya referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê.
6- Bawerî bi komîteya amadekirina destûrê bê dayîn, da ku destûra dewleta Kurdistanê amade bike.
7- Rastkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistan, jimare 1ya sala 2005an.