Sekreterê Parlematoya Kurdistanê dest ji kar vedikişîne
Sekreterê Parlemantoya Kurdistanê Fexredîn Qadir ku piştî aktîvkirina parlemantoyê amade nebû vegere, dest ji kar vekişand.

K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Parlemantoya Kurdistanê Fexredîn Qadir ku piştî aktîvkirina parlemantoyê amade nebû vegere, dest ji kar vekişand.
Fexredîn Qadir ku ser bi Komela Îslamî ya Kurdistanê ye, destjikarvekişandina wî piştî wê yekê tê, ku di rûniştina destpêkirina parlemantoyê de, Pêgerd Talebanî bi awayekî demkî cihê wî girt.
Piştî rawestandina nêzîkî 2 salan, parlemantoya Kurdistanê roja Îlonê 15ê Îlonê de civîneke awarta lidar xist û biryara birêvebirina referandûma serxwebûnê pesend kir.
Di rûniştina aktîvkirina parlemantoyê ya bi beşdariya 68 parlemanteran de, her yek ji parlemanterên Tevgera Goranê û Komela Îslamî amade nebûn.
Biryar e îro parlemantoya Kurdistanê ji bo guftûgokirina çend pirsan bicive û civîn ji aliyê Cîgirê Serokê Parlemantoyê tê birêvebirin.