Demokrat û Komarîxwaz hewla piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin
Li nava Kongressa Amerîkî, Demokrat û Komarîxwaz hewl bo yekxistina dengên xwe ji bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê didin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nava Kongressa Amerîkî, Demokrat û Komarîxwaz hewl bo yekxistina dengên xwe ji bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê didin. Ev jî di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihandibû, referandûma serxwebûna Kurdistanê biryareke takalî bûye. Ji aliyê bereya Komarîxwazan ve projeyasayek ji bo serxwebûna Kurdistanê hat pêşkêşkirin, di heman demê de jî Komîta Cibicîkar ya Kongressê hewl dide hewla xwe li ser vê babetê yekalî bike.