Li Fransayê êrîşa terorî, 2 kuştî
Li rawestgeha trênê ya Saint-Charles li Marseille ya Fransayê, zilamek bi kêrê êrîşî xelkê kir û 2 kes kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rawestgeha trênê ya Saint-Charles li Marseille ya Fransayê, zilamek bi kêrê êrîşî xelkê kir û 2 kes kuştin.
Berdevkê Polîs Olivie de Mazieres ji ajansa AFP re kuştina 2 mirovan da zanîn û êrîşkar jî di operasyona polisan de hatiye kuştin.
Ajansa Reuters ragihand ku, hin çavkaniyên polîsî eşkere kirin e, kiryar rûdanek terorî ye. Ligor heman ajansê lêkolînên derbarê bûyerê destpêkirin e.