Îmênkî: Perlemanterên Goran û Komel nayên dûrxistin
Ceifer Îmênkî red kir ku perlemanterên Tevgera Goran û Komela Islamî bên dûrxistin ji ber ku di civîna Perleman de amade nebûne.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê perlemana Kurdistanê Ceifer Îmênkî red kir ku perlemanterên Tevgera Goran û Komela Islamî bên dûrxistin ji ber ku di civîna Perleman de amade nebûne.
Di daxuyaniyekê de ji bo K24ê, Ceifer Îmênkî ragihand: "Ew axaftinên behsa dûrxistina perlemanterên Tevgera Goran û Komela Islamî dikin, nerast in, em li bendî rêketina aliyên siyasî ne, li gel wan aliyên din jî ku li derveyî Perleman in."