Li Londonê otombîlekê ajot nav xelkê – gelek brîndar hene

Li paytexta Ingilistanê Londonê, otombîlekê li pêş Muzexaneya neteweyî ya dîrokî ajot nav xelkê, gelek brîndar hene

K24 - Navenda Nûçeyan

Li paytexta Ingilistanê Londonê, otombîlekê li pêş Muzexaneya neteweyî ya dîrokî ajot nav xelkê, gelek brîndar hene.

Polîsê Londonê, kesek binçav kiriye û lêkolînên derbarê ku buyer terorî ye yan na, destpêkirin e. Li cîhê rûdanê, helkeftên ewleyî yên berfereh hatine wergirtin.

London yek ji wan paytextên Ewrûpayê ye ku alarma terorê lê bilind e û berî niha çendîn caran bûye armanca terorîstan.