Hêzên Fransayê piştî nemana DAIŞê, li Iraq û Sûriye dimîne

Wezîra Bergîriyê ya Franceyê Florence Parly ragihand, piştî bidawîhatina DAIŞê, welatê wê ji Iraq û Sûriyê dernakeve, ji ber ku metirsî li ser wan navçeyan di pêşerojê de maye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Bergîriyê ya Franceyê Florence Parly ragihand, piştî bidawîhatina DAIŞê, welatê wê ji Iraq û Sûriyê dernakeve, ji ber ku metirsî li ser wan navçeyan di pêşerojê de maye.

Wezîra Bergîriyê ya Franceyê ji rojnameya “Le Monde” a Fransî re ragihand, “Girêdayî metirsiya terorê li ser welatê me û komek egerên metirsiyên din li navçê, ta niha wek gefekê li ser dahatûyê maye, ji ber wê em di roj û şevekê de ji navçê venakişin.”

Florence Parly dibêje: “Egera mezin heye, piştî nemana DAIŞê rêxistinên din ên teroristî serî hildin.”

Herwiha tekez kir, stratejiya Franca ya sala 2-13an gelek girîngî nedabû terorê, lê pirsa terorê di stratejiya nû ya Fransayê di sala 2017an de, pirseke sereke ye.

Florence Parly diyar kir, berî DAIŞ li Sûriye û Iraqê serî hilde, Parîsê hest bi metirsiya terorê nekiribû.

Hêzên Fransayê di meha Îlona 2014an de derbasî nava rêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka bû.