Siûdî: Bersîva Îranê dûr an nêzîk dê bê dan
“Erebistana Siûdî berpirsiyarê dabînkirina jiyana ewle, aştiyane û aram a hevwelatiyên xwe ye. Erebistana Siûdî di dema gûncav de dê bersîva van kiryarên Îranê bide...”
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa nûçeyî ya Erebistana Siûdî SPA ragihand, Erebistana Siûdî êrîşa mûşekî ha Hussiyên Yemenê hemberê Mekkeyê wekî kiryarek şer binav dike û berpirsiyarê vî karî jî Komara Islamî ya Îranê dibîne. Girêdayî vê, Erebistana Siûdî diyar dike ku, dûr an nêzîk dê bersîva Îranê bide.
Di daxûyaniyê de tê gotin ku, “dabînkirina mûşekan bo Hussiyên Yemenê dijî biryara 2216an a Neteweyên Yekgiryî ye û destê Îranê di vî karî de, destwerdan û têkbirina ewleyî, aştî û aramiya deverê, herweha cîhanê ye.
Erebistana Siûdî berpirsiyarê dabînkirina jiyana ewle, aştiyane û aram a hevwelatiyên xwe ye. Erebistana Siûdî di dema gûncav de dê bersîva van kiryarên Îranê bide, ku yasayên navdewletî ev maf dan e”.
Berî çendîn rojan Hussiyên Yemenê bi mûşekê êrîş biribûn ser Mekkeyê, lê mûşekên bersîvdar ên Siûdiyê ew mûşeka Hussiyan berî bigihe armanca xwe, têk biribûn.