Fazil Mîranî: Daxwaza me ya guftûgoyê ne ji ber lawaziya me ye
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, zêdetir ji sedî 90 ji xelkê Kurdistanê di referandûmê de dengê belê dan û ew jî mafekî sirûştî yê hemû gelên cîhanê ye. Herwiha got, encamên wê proseyê bûne belgeyek û di rûpelên dîrokê de hatiye tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Mîranî gotarek di çileya cîgirê berê yê Serokê PDKê Elî Ebdulah de pêşkêş kir û got: “Daxwaza Kurd a destpêkirina guftûgoyê ligel Bexdayê ne ji ber lawaziya Kurd e, heger hinek wiha bîr dikin, belkû çespandina wê rastiyê y, ku kesên pak ji lêkolînan natirsin û kesên bihêz her dem amadeyî guftûgo û danûstandinê ne.”
Mîranî got jî, gef û sizadana bikomî nikare heybet û vîna gelekî bişikîne, bi taybet gelê Kurd, ku her dem hewla serxistina vîna xwe daye û di pêşerojê de jî wiha berdewam dibe.
Sekreterê Polîtburoya PDKê tekez kir, encamên referandûmê bûne belgeyek û pêwîst e hemû bi hev re piştgîriyê lê bikin û got: “Bûyerên piştî 16ê Cotmeha bûrî ji bo bibîranîna dijminan e, ku vîna gelê Kurd bi tank û top narûxe û têk naçe.”