Amerîka: Li şûna biçekkirina YPG emê giringiyê bidin paristna axa Sûriyê
Mattis: Niha pêwîstiya YPG bi çekên bêtir nîne, lê pêdiviya wê bi polîsan û hêzên asayişê heye, daku xelk bizanin ku DAIŞ careke din venagere.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis di kongireykî rojnemevanî de ragihand: "Bi biryarekê ji serokê Amerîka, emê şandina çekan ji bo YPG rawestînin."
Mattis got: "Niha pêwîstiya YPG bi çekên bêtir nîne, lê pêdiviya wê bi polîsan û hêzên asayişê heye, daku xelk bizanin ku DAIŞ careke din venagere."
Gelek caran Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kiriye, ku alîkariyên xwe ji bo YPG û HSD rawestîne ji ber ku bigotina Enqerê: "PYDê beşeke ji PKK û gefê li ser ewlehiya Tirkiyê çêdike."