Dema Kongirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) eşkere bû
HDPê biryar daye ku heya Sibata 2018an HDP kongirê xwe lidar bixe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Duh civata HDPê civiya û dema kongirê dahatî yê partiyê û rewşa hevserokê xwe yê girtî Selahedîn Demîrtaş gotûbêj kir.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyet, civata HDPê biryar daye ku heya Sibata 2018an HDP kongirê xwe lidar bixe.
Ji aliyê xwe ve, Selaheddîn Demîrtaş nameyek ji bo civata HDPê şand û daxwaz kir HDP derbarê berdewambûna serokbûna wî biryarekê bide û dudil nebe.
Di civata HDPê piraniya kesan xwestine ku Demîrtaş piştî kongir jî wekî serok bimîne.
Hevserokê HDPê bêtirî salekê bi tometa endamtiya PKKê di zindanê de ye.