Desteya destpakiya Kurdistanê 200 doseyan radestî dadgehan dike
Ehmed Enwer: Piraniya doseyên lêkolîn di wan de hatine kirin yên xirab bikaranîna mulkê giştî û bihedirdana samanên welat û wergirtina bertîlan e.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hat zanîn ku desteya destpakiya Herêma Kurdistanê, lêkolînê di 200 doseyên gendeliyê de dike û bêtirî 70% ji wan doseyan radestî dadgehan kiriye.
Serokê desteya destpakî ya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer, ragihand ku lêkolîn di doseyên gendeliyên de berdewam e û 200 dosye li ber destê wan hene, ku beşek ji wan hîn neçûne ber destê dadgehê.
Ehmed Enwer diyar kir, ku ew doseyên lêkolîn di wan de hatine kirin bêtir doseyên xirab bikaranîna mulkê giştî û bihedirdana samanên welat û wergirtina bertîlan e.