Macron û Nêçîrvan Barzanî di civînê de ne

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistan, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî gihişte koşka Êlîzê û ji aliyê serokê Firensa Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistan, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî gihişte koşka Êlîzê û ji aliyê serokê Firensa Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Berî demeke kin jî civîna di navbera serokê Firensa û serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda li gel wî destpê kir û biryar e piştî bidawîhatina civînê kongirekî rojnamevanî lidar bixin.

Pêşwazîkirina seroka Firensa ji şanda bilind a Herêma Kurdistan re, weke amajeyekê ye ji bo giringîdana Firensa bi doseya Kurdî û zêdekirina bizavan ji bo çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ev serdan li ser vexwendineke fermî ji aliyê serokê Firensa ve hatiye encamdan.