Serok Barzanî: Ala sipî li hember stem û xiyanetiyê hilnagirin.
Serok Barzanî di civîna ligel nivîsgeh, deste û dezgehên navendî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ragihand, ala sipî li hember stem û xiyanetiyê hilnagirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî di civîna ligel nivîsgeh, deste û dezgehên navendî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ragihand, ala sipî li hember stem û xiyanetiyê hilnagirin.
Serok Barzanî dupat kir jî, ew rewşa bi neyasayî û neasayî dirust bûye, demkî ye û heta serî nebe û derbas dibe.
Derbarê rewşa niha de jî ragihand, baştirîn çareserî ji rewşa siyasî ya niha re, birêvebirina hilbijartinan e.
Malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê belav kir, îro li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî ligel endamên nivîsgeh, deste û dezgehên navendî yên PDKê civiya.
Di civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de ronî xiste ser dawî pêşhatên siyasî û qonaxa piştî referandûmê û proseya siyasî ya Iraq û Kurdistanê. Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, deriyên Herêma Kurdistanê ji danûstandina ligel Iraqê re vekirî ne û ew guftûgoyê bi baştirîn çareserî dizanin, lê di heman dem de ferzkirina emir waqih di riya zorê, çek û xiyanetiyê nayê qebûl kirin.
Ragihand jî, bila ti kes şerê îradeyê bi xelkê Kurdistanê re neke, gelê Kurdistanê îradeya xwe naşike û ala spî li ber zordarî, zulm û xiyanetiyê hilnagire û xwe radest nake.
Serok Barzanî tekezî li wê jî kir, ew rewşa bi neyasayî û neasayî dirust bûye, demkî ye û heta serî nebe û derbas dibe.
Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de ronî xiste ser proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û ragihand, baştirîn çareserî ji rewşa siyasî ya niha re, birêvebirina hilbijartinan e.