Li Şingalê goreke bikomî hate dîtin

Çekdarên Heşda Şeibî belav kirin, li nêzîkî Şingalê goreke bikomî dîtine, termên bidehan welatiyên Şingalê tê de ne û beşek ji wan jin û zarok in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên Heşda Şeibî belav kirin, li nêzîkî Şingalê goreke bikomî dîtine, termên bidehan welatiyên Şingalê tê de ne û beşek ji wan jin û zarok in.

Di daxuyaniyekê de Heşda Şeibî aşkere kir, Lîwaya 15 ê Heşda Şeibî li komelgeha Cizîre li başûrê Şingalê goreke bikomî dîtine, ku 80 termên sivîlan tê de ne.

Di daxuyaniyê de hat jî, grûpeke din ya çekdarên Heşda Şeibî goreke din ya bikomî li gundê Qabûs ya başûrê Şingalê dîtine, termên 20 welatiyan tê de ye.

Herwiha di 23ê Mijdara bûrî de, hêzên ewlehiyê yê Iraqê li nêzîkî Mûsilê goreke bikomî dîtin, termên 73 welatiyan tê de bû, beşek ji qurbaniyan jin û zarok bûn.

Li gor Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl, heta niha 37 gorên bikomî li navçeyên cuda yên çiyayê Şingalê hatine dîtin, ku terêm 400 kesî tê de bûn.

Ji piştî şikestina DAIŞê û rizgarkirina navçeya, bi dehan gorên bikomî yên welatiyên wan navçeyan hatine dîtin, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn gulebarankirin.