ENKS: Hilbijartina bakurê Sûriyê siyasî bû

Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nîmet Dawod dibêje, hilbijartinên bakurê Sûriyê siyasî ne, armanc jê, tunekirina ENKSê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nîmet Dawod dibêje, hilbijartinên bakurê Sûriyê siyasî ne, armanc jê, tunekirina ENKSê ye.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Nîmet Dawod li ser hilbijartinên bakurê Sûriyê û baykotkirina ENKSê ji wan hilbijartinan re ji K24ê re ragihand, şanda parlemantoya Kurdistanî îro hevdîtinek ligel ENKSê kir û pirsa sedema baykotkirina ENKSê ji hilbijartinan re kir.

Li ser pirsa şandê jî Nîmet Dawod got: “TEV-DEMê ti heyamên karên hevbeş di navbera ENKS û TEV-DEMê de nehêştine û her siyaseta wan li hember ENKSê dijayetî bû, bi girina endam û baregehên ENKSê.”

Nîmet dawod da zanîn jî, şanda parlemantoya Kurdistanê ji wan re got, ku ew van pirsan bibin li parlemantoya Kurdistanê û dê hewl bidin çareseriyekê ji van pirsgirêkan re bibînin.

Herwiha got jî, ENKSê her dem amade ye ligel TEV-DEMê rûne û pirsgirêkan çareser bike, heger heyamên guftûgoyê re hebin, girtiyên siyasî bên azadkirin, baregeh û nivîsgehên ENKSê bê vekirin û rê bidin tevgera siyasî karên xwe bike.

Nîmet dawod amaje bi wê jî kir, ev hilbijartin a şaredariyan e, divê ji bo karên xizmetguzariyê ji xelkê re bin, ne ku siyasî bin û armanca wê tunekirina ENKSê be.