Yasaya lêbûrîna giştî gendelkaran li xwe nagire

Biryar e di vê hefteyê de Perlemana Kurdistan deng li ser wê pirojeyasayê bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sibe rapora dawî ya pirojeyasaya lêbûrîna giştî pêşkêşî serokatiya Perleman tê kirin.

Rapor ji aliyê komîteyên yasayî, mafên mirovan û ewlehiyê ve hatiye amadekirin.

Pirojeyasaya lêbûrînê wan kesan li xwe nagire ku desteya destpakiyê li ser pirsên gendeliyê lêkolîn li gel wan kiriye, biryar e jî di vê hefteyê de Perleman deng li ser wê pirojeyasayê bide.

Cîgirê serokê komîta ewlehiyê di Perlemana Kurdistan de eşkere kir, ku pirojeyasaya lêbûrîna giştî gendelkaran û kesên kiryarên terorîstî kirine, yan asayişa giştî têk dane yan madeyên hişbir bikaranîne, li xwe nagire.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di çaksaziyên Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê, bêtirî 5 hezar kes bi tometên cuda hatine girtin û çaverê ye lêbûrîna giştî beşekî mezin li wan girtiyan li xwe bigire ger tawanên mezin nekiribin.