"Firensa dorpêça siyasî û abûrî ya li ser Kurdistanê şikand"
Dilşad Şehab: Vê serdanê tekez kir ku hîna dostên nêzîk yên Kurdan li cîhanê mane û ew hizr û ramanên li dijî Kurdan hebûn, niha nemane.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê serokwezîrê Herêma Kurdistan Dilşad Şehab ragihand, bi serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistan ji bo Firensa, dorpêça siyasî ser Herêma Kurdistan şikest.
Dilşad Şehab ji Kurdistan24ê re ragihand, vê serdanê tekez kir ku hîna dostên nêzîk yên Kurdan li cîhanê mane û ew hizr û ramanên li dijî Kurdan hebûn, niha nemane.