Rêvebirê CIA hişyariyê dide Qasim Silêmanî

Hat zanîn ku berpirsê Supaya Qudisê Qasim Silêmanî red kiriye ku nameya hişyariyê ya Rêvebirê CIA bixwîne

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê ajansa hewalgirya navendî ya Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku wî nameyek ji Qasim Silêmanî û serkirdeyên din yên Îranê re şandiye û dilgraniya xwe li hevber reftarên Îranê li Iraqê gihandiye wan û ew hişyar kirine ku nêzîkî berjewendiyên Amerîka li Iraqê nebin.

Pompeo got: "Piştî ku fermandeyekî serbazî yê Îranê gefa êrîşê li dijî hêzên Amerîkî li Iraqê kir, min nameyek ji bo fermandarê Îranî sand, me têde diyar kiriye ku her êrîşek li dijî hêzên di bin kontrola me de bê kirin, emê Îran berpirs bibînin. "

Navhatî got jî: "Em dixwazin Îran û serkirdatiya wê, bi zelalî ji vê nameyê têbigê." Lê hat zanîn ku berpirsê Supaya Qudisê Qasim Silêmanî red kiriye ku wê nameyê bixwîne."

Rêvebirê CIA-Mike Pompeo
Rêvebirê CIA-Mike Pompeo

Pompeo dibêje: Bi çavdêrkirina tevgerên hefteyên derbasbûyî yên Îranê li Bakurê Iraq (Herêma Kurdistan) û li navçeyên din yên Iraqê, diyar dibe ku Îran bizavan dike daku bibe hêzeke xwedî hejmûn li navçeyê û Rojhilata Navîn kontrol bike.

Qasim Silêmanî li ser gora Talebanî, berî çend rojan ji radestkirina Kerkûkê
Qasim Silêmanî li ser gora Talebanî, berî çend rojan ji radestkirina Kerkûkê

Rêvebirê CIA eşkere kir, ku niha Siûdiye amade ye zanyariyên hewalgirî derbarê Îranê, li gel welatên din yên Rojhilata Navîn alûgor bike".

Meha derbasbûyî jî, wezîrekî Israîlî ragihand ku pêwendiyên nihênî yên welatê wî li gel Siûdiyê hene û Îran bûye metrisî li ser berjewendiyên herdu aliyan. Ev jî yekem car e ku hebûna pêwendiyan di navbera Israîl û Siûdiyê de tên eşkerekirin.