Heşda Şabî talanên xwe yên Şingalê zêde kirin
Qeymeqamê Şingalê di daxûyaniyek taybet ji Kurdistan24 re eşkere kir ku, “Heşda Şabî navenda elektrikê ya mezin a bajêr talan kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina milişyayî ya Heşda Şabî, li Şingalê talana mezintirîn kargeha çimentoyê kir.
Heşda Şabî ya ku gelek tewanên nehiquqî û nemirovî li cîhên dagirkirî pêktîne, li Şingalê herweha jêrxaneya bajêr û navenda elektrikê jî talan kiribû.
Qeymeqamê Şingalê di daxûyaniyek taybet ji Kurdistan24 re eşkere kir ku, “Heşda Şabî navenda elektrikê ya mezin a bajêr talan kir. Gelê Şingalê rojekê dê hesabê van tewanan ji Heşdê bipirse, jiber ku Heşda Şabî dizane nikare demek dirêj li van cîh an dimîne, berê xwe daye tewanên talankirinê”.