Behroz Gelalî: Pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê asayî dibin

Behroz Gelalî: Ezê bi awayekî demkî li Tirkiyê kar bikim heya YNK nûnerekî din li şûna min destnîşan bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Tirkiyê Behroz Gelalî, derbarê normalbûna pêwendiyên Hewlêr û Enqera ji Kurdistan24ê re got: "Wê Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de asayî bibin, di wê baweriyê de me, wê nivîsgehên Herêma Kurdistanê li Tirkiyê bên vekirin, lê ezê ji bo demeke kin vegerim Tirkiyê heya YNK nûnerekî din ji bo nivîsgeha Tirkiyê destnîşan bike û dest bi karê xwe bike.

Behroz Gelalî got jî: "Heger em rewşa niha hevberî rewşa berî mehekê bikin, niha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ber bi baştirbûnê ve  diçe, di wê baweriyê de me hî, ku di dema dahatî de, wê pêwendî baştir bibin".