Silo: Amerîka soz dabû riyekê heya Derya Sipî ji HSDê re veke
Silo, nave Şahin Cilo wekî berpirsek bi bandor diyar dike. Liser firotina petrolê, pêwendiyên ligel Brett McGurk (nûnerê taybet ê Serokê Amerika di şerê dijî DAIŞ de), projeyên Amerika ji bo HSD, encama êrîşa ser Qereçoxê û gelek babetên din bi berferehî bi Ajansa Anadolu dide nasîn…
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê berê yê Hêzên Suriye yên Demokratîk (HSD) Telal Silo, yê ku berî demekê xwe radestî Tirkiye kiribû û ji alî HSD ve radestkirina wî nehatibû naskirin, wekî revandin an encamê gefan liser malbata wî hatibû ragihandin, nehêniyên rêxistinî, siyasî, aborî û h w d ên YPG û HSD yek û yek ji Tirkiye re eşkere dike.
Di hevpeyvîna xwe ya ligel Ajansa Anadolu de Silo, projeyên YPG, pêwendiyên ligel Qendîlê, rewşa danûstandinên ligel Amerika, navên berpirsên PKK li Suriye, berpirsên YPG û HSD, projeyên YPG û gelek nehêniyên din bi awayek eşkere diyar dike.
Silo eşkere kir, ku HSD dixwest xwe bigîne Derya Sipî, berî şerê Dêra Zorê, Amerîkiyan soz dan HSD û gotin: "Ger hûn Dêra Zorê kontrol bikin, emê korîdorekê heya Derya Sipî ji we re vekin û ev yek wê gellekî ji we re baş be, bi taybet ji bo firotina petrolê."
Berpirsê PKK ê aborî li Suriye Eli Şêr binav dike, ku li Qamişlo dijî. Dibêje ku, pereyên ji petrolê li bankayên li Lubnanê tên bicîh kirin. Sîpan Hemo (Fermandarê Giştî yê YPG) wekî piştgirê têkiliyên bi Rusya û herweha pêwendiyê ligel kurmamê Beşar Esed Husên El Esed re destnîşan dike...
Ev hevpeyvîna li pêş raya giştî ye. Silo çi nehêniyên din ên YPG, PKK, HSD, PYD ji Dezgeha Hewalgiriya Tirkiye û dezgehên din ên serbazî, hewalgirî re gotin e, nayê zanîn!
Di hevpeyvîna xwe de Silo, nave Şahin Cilo wekî berpirsek bi bandor diyar dike. Liser firotina petrolê, pêwendiyên ligel Brett McGurk (nûnerê taybet ê Serokê Amerika di şerê dijî DAIŞ de), projeyên Amerika ji bo HSD, encama êrîşa ser Qereçoxê û gelek babetên din bi berferehî bi Ajansa Anadolu dide nasîn…