YPGê kontrolkirina rojhilatê Dêre Zorê ragihand

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrolkirina tevahiya rojhilatê parêzgeha Dêre Zorê raghand û da zanîn, ew amade ne odeyeke hevbeş ji bo şerê li dijî DAIŞê pêk bînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrolkirina tevahiya rojhilatê parêzgeha Dêre Zorê raghand û da zanîn, ew amade ne odeyeke hevbeş ji bo şerê li dijî DAIŞê pêk bînin.

Fermandariya Giştî ya (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand, bi hevkariya eşîreyên Ereb û destekdayîna ji Rûsya û Koalîsyona Navnetewî herêma rojhilatê Dêra Zorê bi temamî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Peyvdarê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir, ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

Li Taxa El-Salihiyê ya bajarê Dêra Zorê, Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm Generalê Rûs Alex Kim, Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclîsa  Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif civiyan.