Serokê Fransa pesnê rola Serok Barzanî dide

Serokê Franse Emmanuel Macron di dema pêşwazîkirina li şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, pesnê rola Serok Barzanî da, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Franse Emmanuel Macron di dema pêşwazîkirina li şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, pesnê rola Serok Barzanî da, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Domerî ji K24ê re ragihand, Serok Mactron pêşwaziyeke gerêm li şanda Herêma Kurdistanê kir û di despêka axaftina xwe de got: “Fransa bi çavê rêzê li hêza Pêşmerge dinire ku di şerê DAIŞê de bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî roleke berçav di şikandina DAIŞê de hebû û Fransa jî vê yekê ti carî jibîr nake.”

Duh, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Fransayê kir û li koşka Elysee ji aliyê Serokê Fransayê Emmenuel Macron ve pêşwazî lê hate kirin.

Di pişt re di konferanseke rojnamevanî de, Serokê Fransayê piştevaniya welatê xwe ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dupat kir.