Xwendekarên zanîngeha Kerkûkê dewamê baykot dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Xwendekarên zanîngeha Kerkûkê baykuta xwandinê bikin, ew jî ji ber ku biryar e îro ahengek bi navê serkeftin ji bo hêzên Iaqê di nava zanîngeha kerkûkê de were lidarxistin.

Ji bo vê armancê jî hêzeke leşkerî ya zêde di nava hermê zanîngehê de hatiye belavkirin û amadehiyan ji bo destpêkirina wê ahengê dikin.

Jêderekî ji Kerkûkê ji K24 re got, armanc ji anîna wê hêzê û sazkirina ahengê di nav zanîngeha kerkûkê de, tenê ji bo dijayetîkirina xwendekarên Kurd e, ji ber wê jî ku piraniya xwendekarên wê zanîngehê Kurd in, îro dewama li zanîngehê baykota dikin.