Trump û Macron daxwaza çareseriya aştiyane ji pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê re dikin

Serokê Amerîka û Serokê Fransa tekezî li ser çareseriya aştiyane û guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka û Serokê Fransa tekezî li ser çareseriya aştiyane û guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.

Di daxuyaniyekê de, Koşka Spî ya Amerîka ragihand, her yek Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Fransa Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî kirin.

Li gor daxuyaniyê, di pêwendiya telefonî de, her du serokan ragihandiye, pêwîst e hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe di riya guftûgo û danûstandinê çareser bikin.

Ev pêwendiyê telefonî piştî wê yekê tê, roja Şemiya borî 2 Berçile şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Fransayê kir û ligel Serokê Fransa Emmanuel Macron civiya.

Di civînekê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransa Emmanuel Macron tekezî li ser çareseriya aştiyane ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçova destûra Iraqê de kirin.

Pirsa aştiya Rojhilata Navîn jî yek ji mijarên ku di navbera Trump û Macron de hatibûn gotûbêjkirin, bêyî Koşka Spî ti zanyariyên zêde di vê derbarê de aşkere bike.