Nêçîrvan Barzanî: Ta niha ti guftûgoyek di navbera Hewlêr û Bexdayê de nebûye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, heta niha ti guftûgoyeke teknîkî û siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nûbûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, heta niha ti guftûgoyeke teknîkî û siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nûbûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî cîvana Civata Wezîrên Herêma Kurdistsanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, îro Heval Ebûbekir li pêş Encûmena Wezîran wek parêzgarê nû yê Silêmaniyê sûnda yasayî xwar û piştevaniyê lê dikin, ta xizmeta bajêr bike.

Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya li gel şanda Herêma Kurdistanê bo Fransayê de jî da zanîn Serokê Fransayê Emmanuel Macron soz daye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi ji destê wan were dê bikin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi raporta Wezareta Navxwe ya derbarê rewşa navçeyên Kerkûk û Xurmatûyê ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê kir û gilî li Netewên Yekgirtî û UNAMI jî kir, ku wek pêwîst helwestên wan ji bo wan navçeyan nebûn.

Herwiha ragihand, piştî 16ê Cotmehê hejmara koçberan gihêşt 100 hezar kesî, lê bi awayekî Netewên Yekgirtî û UNAMI bi hawara wan neçûn.

Derbarê projeyasaya budceya Iraqê û redkirina ji aliyê fraksiyonên Kurdî de, spasiya yekrêziya firaksiyonan dike, ji bo wê helwest û yekrêziyê, ji bo bergîrkirin li mafên Kurd cihê pêzanînê ye.