Li nav YNK dijatiya şepêla "Celalîzmê" tê kirin
Tehsîn Namiq: Ev şepêl neşepêleke fikrî ye, lê armanca me ji vê şepêlê ew e ku em kongirê giştî lidar bixin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî derketina şepêleke nû di nav YNK de bi navê Şepêla "Celalîzmê" kadirekî nav wê şepêlê ji bo yekemcar bi riya Kurdistan24ê zanyarî derbarê derketina wê şepêlê da û diyar kir ku di nav YNK de dijatiya wê şepêlê têkirin.
Berpirsê pêwendiyên derve ê YNK Tehsîn Namiq li ser vê pirsê ji Kurdistan24ê re got: "Di nav YNKê de hin kesan dijatiya xwe ji bo wê şepêlê ragihandine, ji ber ku di baweriya wan de, ev şepêl şepêleke fikrî ye, lê armanca me ji vê şepêlê ew e ku em kongirê giştî lidar bixin."
Namiq diyar kir, ku pêwîst e kongirê YNK kongireyekî zelal be û di astê daxwazên niha de be.