Komîteya Kerkûkê ya mada140 hewara xwe digîne 6 partiyên Kurdistanî
"Ew kêşe bûne gefeke tirsnak li ser netewa Kurd li wan navçeyan, em bang we dikin ku hûn rê li ber reftarên nedestûrî yên artêşa Iraq û Heşda Şeibî bigirin".
K24 - Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha Kerkûkê ya komîta bicîkirina madeya 140 ya destûra Iraqê, bi daxuyaniyekê hewara xwe digîne şeş partiyên Kurdistanî her yek ji (Yekîtî Niştimanî Kurdistan, Partî Dîmukratî Kurdistan, Tevgera Goran, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistan, Komela Islamî ya Kurdistan, Partiya Şûî) û ji wan dixwaze di zûtirîn dem de xwe bikin yek û bi hewara Kerkûkê û navçeyên din ve biçin, ji ber ku rewşa niha li wan navçeyan, xizmeta berjewendiya ti kurdekî nake.
Di daxuyaniyê de hatiye: "Piştî 16ê Cotmeha derbasbûyî, rewşa parêzgeha Kerkûkê û navçeyên cihê nakokiyê, roj bi roj xirabtir dibe, tirs û reşbînî bêhêvîbûn ketiye dilê welatiyên wan navçeyan de û li ser riwê wan jî ew yek diyar e. Xelkê wan deveran li bendî ne ku ji vê rewşa xirab û dijwar bên rizgarkirin û ber bi jiyaneke baştir û aram ve biçin".
Nivîsgeha Kerkûkê di banga xwe de dibêje: "Ev rewşa dijwar ne di berjewendiya ti Kurdekî de ye, Kurdên wan deveran zêde dilgiran bûne, çi ji partiyên Kurdistanî bi giştî û çi ji hikûmeta navendî bi taybetî, ev rewşa niha me ber bi kenarekî tirsnak û tarîk ve dibe".
Û dibêje: "Ev bang ji bo hemû têkoşeran e ji xelkê Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê, em ji we bi hêvî ne, ku hûn li nav her partiyekê yan rêxistineke siyasî bin û li her pile û post û pêgeheke hizbî bin, hûn bi hewara me ve bên, berjewendiya hizbî û nerînên xwe yên cuda bidin alî û kar ji bo çarekirina kêşeyên Kerkûkê û navçeyên din yên cihê nakokiyê bikin, ku ew kêşe bûne gefeke tirsnak li ser netewa Kurd li wan navçeyan, em bang we dikin ku hûn rê li ber reftarên nedestûrî yên artêşa Iraq û Heşda Şeibî bigirin".
Di dawiyê de: "Em dubare bang we dikin ku hûn di zûtir dem de bi hewara me ve bên û xwe bikin yek û helwesteke Kerkûkî werbigrin, daku em vê qonaxa dijwar derbas bikin, ku bicîkirina madeya 140 ya destûra Iraqê bi xwe jî vê pirsê çare dike ".

