Tirkiye: Parlemanterên HDPê wek PKKiyan daxuyanî dane
Hikûmeta Tirkiyê derbarê dozên girtina parlamenter û hevserokên HDPê de, parêznameya xwe şand Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û destnîşan kir, parlamenteran wek rayedarên PKKê daxuyanî dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê derbarê dozên girtina parlamenter û hevserokên HDPê de, parêznameya xwe şand Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û destnîşan kir, parlamenteran wek rayedarên PKKê daxuyanî dane.
Dadgeha Mafên Mirovan, bi awayek lezgîn doza parlamenterên girtî yên HDPê hildabû dest û ji Tirkiyê daxwaza sedemê kiribû.
Naveroka nivîsa ku Hikûmeta Tirkiyê bo Dadgeha Ewropa şandiye diyar bû. Hikûmeta Tirkiyê gotiye, parlamenterên HDPê piştevanî dane "Rêveberiya Xweser" û kiryarên hêzên ewlekariya Tirkiyê wek komkujî binav kirine, ku daxuyaniyên rayedarên KCKê jî li ser heman xetê ne.
Hikûmeta Tirkiyê da zanîn, ji bo têkoşîna dijîterorê û aştiya civakî zîndankirina van parlamenteran rast e û CHP û MHP jî piştevaniya rakirina parêzbendiyan kirine.