Demîrtaş dîsa nekarî beşdarî doza xwe li Diyarbekirê bibe

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş careke din nekarî beşdarî doza xwe li Diyarbekirê bibe. Biryar e îro li Stenbolê jî dosa wî bi rê ve biçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş careke din nekarî beşdarî doza xwe li Diyarbekirê bibe. Biryar e îro li Stenbolê jî dosa wî bi rê ve biçe.

Îro li bajarê Diyarbekirê dadgehkirina Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaşî bi rê ve çû, lê Demîrtaş bi hinceta ku kesayetek navdar e û eger heye ji bo wî xwenîşandan çêbin ji bo dadgehê nehat anîn.

Parêzerên Demîrtaşî jî nerazîbûn nîşan dan û li dijî karmendên ku Demîrtaş neanîne dadgehê daxwaza sikalayê kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryar da ku doza Demîrtaşî were paşxistin û ew  di rûniştina bê de beşdarê doza xwe bibe.

Peyamnêrê K24ê li Stenbolê Azad Altun diyar kir, biryar e îro li Stenbolê jî dadgeha Demîrtaş bi rê ve biçe û ji ber axaftinek ku Newroza sala 2013an kiribû û wek propagandeya ji PKKê rê tê tometbarkirin.

Demîrtaş bi riya presskonferansê beşdarî dadgehkirinê nabe û rê nade destên wî bêne kelepçekirin, ji ber ku ew yek binpêkirin e ji mafê dadgehkirina wî re ye. Eger heye jî bi zorê ji bo dadgehê bê birin.  

Hevserokê HDPê ji sala borî 4ê Mijdarê ve girtî ye û heta niha derneketiye pêşberî dadger.