Tirkiyê li dijî bingehên PKKê li Zap û Xakurkê êrîşeke ezmanî encam da

Artêşa Tirkiyê: Li navçeyên Zap, Avaşîn, Basyan û Xakurêkê, firokeyên me bingehên PKKê bordûman kirin û di encamê de 5 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokerkaniya Tirkiyê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ku li navçeyên Zap, Avaşîn, Basyan û Xakurêkê, firokeyên cengî bingehên PKKê bordûman kirin û di encamê de 5 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dane.

Ji aliyê xwe ve malperek nêzîkê PKKê, encamdana wê êrîşê piştrast kir.