McMaster: Pabendî serkeftina Kurd dibin

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka general Herbert McMaster ragihand, “Amerîka pabend e bi serkeftina gelê Kurdistana Iraqê, wek çawa di şerê Kendavê yê duyem de me kiriye û bi wê yekê jî pabend in.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka general Herbert McMaster ragihand, “Amerîka pabend e bi serkeftina gelê Kurdistana Iraqê, wek çawa di şerê Kendavê yê duyem de me kiriye û bi wê yekê jî pabend in.”

McMaster di kongreya salane ya dezgeha Jamestown de got: “Çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji karên pêşî yên Serok Donald Trump, Wezîrê Derve Rex Tillerson û hemû tîma asayişa netewî ya Amerîka ne.”

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka diyar kir, “Di sala 1991an de Amerîka hevkariya Kurd kir û rê li ber wan karên şermezar yên li dijî gelê Kurd li Herêma Kurdistanê dihatin kirin, girt. Ew jî bi riya proseya parastina aramiyê ku ta sala 2003an dirêj kir, ta Amerîka û hevpeymanan di çarçova proseya azadkirina Iraqê de, rêjîma Sedam Husên rûxand.”

McMaster got jî: “Tiştê baş ya ku bûye, geşepêdan li Herêma Kurdistanê bû. Heger li wan tiştên bûne binêrin, dibînin ku mocîze çê bû, bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ciwan bûn û xelk vegeriyan navçeyên xwe û tevî abûriya lawaz, lê me jiyan û tevger dîtin.”

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka ku biryar e di çend rojên bê de stratejiya nû ya ji bo asayişa netewî hatiye amadekirin ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve bê ragihandin û tevahiya dezgehên Amerîka pê pabend bin. McMaster behsa wê jî dike, “Dixwazin Iraq serkeftî û bihêz be. Di baweriya me de aliyê girîng ê wê hêzê, çareserkirina pirsgirêk, milmilane û aloziyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, em jî pabend dibin bi vê çareseriyê.”