Milîsên şî'e çekên giran ji Zumar dibin Mûsilê
Jêderekî emnî: Hêzeke kêm ya çekdarên Heşdê û hêzên emnî li bajarokê Zumar yê ser bi Teleiferê ve maye û piraniya tank û top û zirîpoşên xwe ji bo nav Mûsilê şandine.
K24 - Navenda Nûçeyan
Milîsên şî'e û hêzên emnî yên Iraqê çekên xwe yên giran ji bajarokê Zumar ber bi Mûsilê ve dibin.
Jêderekî emnî ji wê navçeyê taybet ji Kurdistan24ê re, ragihand îro milîsên şî'e û hêzên emnî yên Iraqê çekên giran ji bajarokê Zumar ber bi Mûsilê ve kişandin, wî jêderî diyar kir, hêzeke kêm ya çekdarên Heşdê û hêzên emnî li bajarokê Zumar yê ser bi Teleiferê ve maye û piraniya tank û top û zirîpoşên xwe ji bo nav Mûsilê şandine.

