Pirojeyeke Turkmanan li Kekrûkê hat redkirin

Di piroje de hatiye pêşinyarkirin, postê parêzgarê Kerkûkê ji salekê heya sal û nîvekê, di navbera pêkhateyan de bê dabeşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamên Kurd û beşêk ji yên Ereb di encûmena parêzgeha Kerkûkê de, pêşinyara Erşed Salihî, derbarê postê parêzgarê Kerkûkê red kirin.

Salihî di pirojeya xwe de pêşinyar kiriye, postê parêzgarê Kerkûkê ji salekê heya sal û nîvekê, di navbera pêkhateyan de bê dabeşkirin.