Nêçîrvan Barzanî daxwaza birêvebirina hilbijartinan dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nameyekê de ji bo parlemantoya Kurdistanê de daxwaza diyarkirina roja birêveçûna hilbijartinên parlemanto û serokatiya herêmê ji berî sê mehan dike û radigihîne, hilbijartin baştirîn bijarde ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nameyekê de ji bo parlemantoya Kurdistanê de daxwaza diyarkirina roja birêveçûna hilbijartinên parlemanto û serokatiya herêmê ji berî sê mehan dike û radigihîne, hilbijartin baştirîn bijarde ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Di nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye, “Ji bo girtina rêkarên pêwîst bi amadekariyên birêvebirina hilbijartinên parlemanto û serokatiya herêmê, hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ku hemû cure alîkariyan pêşkêş bike.”
Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de ragihand: “Piştî serdana me ji piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê û gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Kurdistanê û grîngiya parastina yekrêziya navxweyî û amadekirina zemîneyê ji bo hilbijartinan, gihîştin wê encamê ku vegera bo desthilata gel û birêvebirina hilbijartinan baştirîn bijarde ye ji bo garantîkirina yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkên herêmê. Ji ber wê daxwaz ji parlemantoya Kurdistanê dikin, ku rêkarên yasayî yên pêwîst bigirine be, ji bo birêvebirina hilbijartinan ku ji dema 3 mehan derbas neke, da ku bikarin di vê heyamê de roja hilbijartinan diyar bikin li gorî wan desthilatên bi me hatiye dan yên di birgeya yekê ya madeya yekem a yasaya dabeşkirina desthilatên serokatiya herêmê bi ser dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê de hatine.”
Di dawiya nameyê de hatiye “Daxwaz ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandûmê dikin, amadekariyên birêvebirina van hilbijartinan bigirine ber, li gorî pîvanên yasayî û navdewletî. Em jî weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne hemû pêdawîstiyên birêvebirina vê proseyê dabîn bikin.”
